
N. P’aþînyanê serekwezîrê Ermenîstanê pirsdanînê r’ikebera û hine xebîraye derheqa wê yekêda h’esavdike ê qebûlnekirinê, k’a h’ökömeta Ermenîstanê wê çi biie, h’erke nirxa gaza ij Ûr’isêtê derdaanînê behave?
Bi t’ehwîlkirina “Armênprês”-ê- P’aþînyan derheqa vê yekêda nav qisa t’ev r’ojne’mevana got.
“Þvêyk digot- h’erke xatîya min mêrbûya, minê bigota wê xalo. Lê h’erke ew neve, ewê çi bikin, ê kö vê pirsdanînê dikin”,- P’aþînyan da k’ivþê.
Serekwezîr safîkir, wekî þertne’mê Ermenîstanêye t’ev Ûr’isêtêye we’dedirêj hene- bi k’ivþkirina, wekî t’ö h’îmekî bilindkirina qîmetê gazê t’ine. Bi gilîyê wî- dö sûbyêkt bi wê ment’îqê hevr’a bik’evne nav eleqeta, wekî alîk bifikire, wekî alîyê pêþber t’emamîya þertne’ma wê bit’er’bîne.
N. P’aþînyan isa jî paþda veger’ya ser wê fikrê, wekî Malhebûnvan, ê kö ij Ûr’isêtê kölîlka û konyakê derdixne li Ûr’isêtê, T’Û-da ber pirsgirêka disekinin.
“Ermenîstan zûva t’emamîya sênarar’a hazire, lê her delîvekêda gere k’ûrvin, t’efsîlata bi delîlî binihêr’in. Ij sala 2018-a min bi deha cara cime’tî û ne cime’tî derheqa lazmaya standartîzasîya deranînêye welatê meda xeverdaye. Û me bi mîlîona dolar dane malhebûnê, wekî ew deranîna xwe t’esmîlîm standartîzasîaêkin. Ew pirsgirêk, k’îjan hene, k’îjan bona h’emzemanîkirina malhebûnêne, emê wan pirsada alîk’arîya seva malhebûnvana bidûmînin, lê em ne qayîlin, wekî nav wê hejmarê bê cêr’ibandinê pirsgirêkê têxnîkîyê bin sîberka sîasîyê cûr’ekî din t’emsîlkin”,- P’aþînyan da k’ivþê.







