PoliticsTop

T’ramp’ pêþdanîna Îranê qebûlkirîye û  mûþekbarandin r’awestandine: T’êhran qayîlbûye devtenga Hormözê vekê

Donald T’ramp’ê sedrê WAY e’lamkirîye, wekî qayîlbûye  mûþekbrankirina Îranê bi dö h’evtîya r’awestîne, h’erke T’êhran hangava devtenga Hormözê veke. Îran agirr’awstinêr’a qayîlbûye, lê cêrge þert pêþda k’iþandîye.                                                                         “Ez qayîlim bi dö h’evtya ÿrîþkirinê ser Îranê û mûþekbarankirinê r’awestînin”,- T’ramp’ t’or’ê sosîalîêda nivîsîye.

Ewî gotîye, wekî ij Îranê “pêþdanîna ij 10 nöxta”  stendîye, k’îjan h’esavdive “h’îmê hevr’axeverdanayî xevatê”. T’ramp’ daye k’ivþê, wekî ew herdö h’evtê lazimin, wekî bigihîjne hevr’aqayîlîya axirsongî.

Pakîstanê,  k’îjan navbera Îranê û WAY-da çawa ort’eçî pêþda tê, e’lamkirîye, wekî pêþdanîna e’dlayê t’emsîlî herdö alîya jî kirîye- bi t’elebkirina, wekî Waþîngt’on bi dö h’evtya mûþekbarankirina r’awestîne, lê T’êhran devtengê veke.

“Bawerbike t’emamîya nöxtê pirsê  h’öcetêye berê navbera WAY û Îranêda mewcûd safîbûne, lê p’ara we’deye döh’evtê wê îznê bide hevr’aqayîlne’mê axirosngî erêkirin û mîaserkin”,- sedir nivîsîye.

Weke seh’etekê pey e’lametîya T’ramp’r’a Abbas Arag’çîyê wezîrê Îranêyî K’D û þêwira  Bêqezîyabûna miletîyêye herebilind e’lamkirîye, wekî T’êhran erêkirina agirr’awestina dö h’evtê û  t’ecdîdkirina gemîçûyînê devtenga Hormözêva qayîlbûye. Arag’çî daye k’ivþê, wekî “Bi ösûlkirina t’ev qewatê Îranêye sîlih’bûyî- bi h’esavhildana sînorkirinê têxnîkîyê”  gemîçûyînê îht’îmalve.

Drdîtinoka Îranêye dîwanî bawerbike hangava e’lametîya T’ramp’ e’lamkirîye, bi vî cûr’eyî t’emsîlkirina h’al: “T’ramp’ derheqa agirr’awestina döh’evtêda e’lamkirîye- bi qebûlkirirna þertê Îranêye r’awestandina þêr’». Isa jî e’lametîya wî navkirîye “paþdasekinandina ij hr’êtornasîya e’k’sîîranîye nöxsankirinê”.

Þêhbaz Þerîfê serekwezîrê Pakîstanê e’lamkirîye, wekî agirr’awestin “hangava” k’etîye nav qewatê. Ewî gotîye, wekî alîya serîbinî 10 deqa berî t’ambûna we’dê qirara T’ramp’ axirsongî erêkirîye.

H’ökömeta  Israîlê semt’girîya xwe çend seh’eta pey e’lametîya WAY û Îranêr’a e’lamkirîye.

Nav e’lametîya h’ökömeta Bênyamîn Nêt’anyahû k’ivþdibû, wekî Israîl alî  qirara T’ramp’ dike- bi dö h’evtya derbê ser îranê r’awestînin, h’erke Îran bêe’glekirin “devtenga” veke û ÿrîþkirinê ser WAY, Israîlê û welatê neh’îyê r’awestîne. E’lametî bi vî cûr’eyî xilazdive: “Agirr’awestina dö h’evtê Libnanê wernagre”. Lê, e’lametîyê serekêwezîrê Îranê û Pakîstanêda k’ivþdive, wekî agirr’awestin isa jî derheqa Libnanêdaye.

Hevr’axeverdanê navbera WAY û Îranêda Îslamabada p’ayt’extê Pakîstanêda wê biqewmin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button