
N. P’aþînyanê serekwezîrê CE e’lamkirîye, wekî eleqetê t’ev Ûr’isêtê k’ûrin û nikarin bêne danînê bin pirsê- pêr’a jî bi k’ivþkirina, wekî Ermenîstan vê gavê dicêr’bîne t’evayî t’ev YAAM û YA r’ojevê hevk’arîyê h’emcîke. Bi e’lamkirina “Armênprês”-ê- wexta r’asthatina t’ev Vladîmîr Pûtînê Ûr’isêtê P’aþînyan daye k’ivþê, wekî eleqetê döalî bi cûr’ê dînamîk pêþda diçin.
“Eleqetê meye t’ev T’Û ze’f k’ûrin û seva me ze’f ferz”,- ewî gotîye.
Bi gilîyê serekwezîr- þertê döristîyê t’ezeye neh’îyêda, çaxê navbera Ermenîstanê û Adrbêcanêda e’dlayî erêbûye, ew pêvajo t’esîra erênî ser eleqetê isa jî ermenî-ûr’isa dihêle.
P’aþînyan isa jî ferztîya hevk’arîya malhebûnîyê binxetkirîye- bi k’ivþkirina, wekî ij serbestîya Ermenîstanê virdatir cara pêþin p’evgirêdana xeta h’esinîye t’ev Ûr’isêtê- t’opraxa Adrbêcanêva, e’meldike.
“Em ij Ûr’isêtê derdaanîna mîyaserdikin, û ez hîvîdarim- pêþer’oja nêzîkda emê isa jî derxne derva”,- ewî gotîye.







