
Bi qîmetkirina Sêrgêy Mînasyanê dewsgirtîyê serwêrê înstîtûta Qafqasîyayê, sîasînas e’melê Wîlayte’ê Yekbûyî û Israîlêye miqabilî Îranêye xilazîyêye e’skerîyêhewê dikarin h’esavkin «t’er’ibandineke qîmtkirina de’wmeþandinê û ce’sûsîyêye herecidî”. Nav pirsqisê, k’îjan ewî daye “Faktor tv»-ê. Ewî meþa miqabilîhevbûnê þirovekirîye. Encamê wê û t’esîra îht’îmal ser neh’îya Qafqasîya Ce’nûbê. Angorî ê sîasînas- meremê e’melê e’skerîyêyî e’wil ê diha de’wdarbû, ne kö derbê mûþeka. Gilî derheqa t’er’ibandina qelfa h’ökömkirinêye t’omerîdabû. “Ew mrem, k’îjan hindava çawa Israîlê, isa jî Wîlayet’ê Yekbûyî hatibûne danînê, ew bû- bi derbê e’skerîyêhewaêye ze’f qewîn, bi k’arêk’etina ij serdestîya têxnîkîyêye bêh’ed, cêr’ibandîye bigihîjne t’er’ibandina r’êjîma Îranêye t’am û göhastina giregirê r’öh’anî-e’skerîyê, k’îjan nav 47 sala serk’arîyê Îranê dike”,- Mînasyan da k’ivþê. Lê, bi gilîyê wî, ev berne’me t’er’ibî: “Ew yek nebû. Me’nî ewbû, wekî derge-dîwanê Îranê berxwedana bilinde têr’anedîtî dîharkir. Van qewatê Îranêye r’öh’anî dereca berxwedana ÿp’êce cidî dîharkirin, wekî kesî ew h’esav nedikir. Mînasyan dide k’ivþê, wekî Îranê bi zanebûn mecalê xweye “anîna zevtêye asîmêtrîk” da xevatê- devtenga Hormûzê, mecalê aletê mûþeka û bêfir’indeçîye fir’înê- bi bihakirina qîmetê þêr’ seva neyarê. Evê Donald T’ramp’ê sedrê WAY mecbûrkir ij h’alê e’firî derî biger’e. “Fe’mdarîye, wekî T’ramp’ê sedir dicêr’bîne, wa gotî, ÿk’zît’ st’ratêcê bivîne, yanî- mecalê vê sirêda derk’etina ij vî þer’î”,- ê sîasînas got.







