
Ararat Mîrzoyan ragihand ku danûstandinên li ser projeya TRIPPê di çarçoveya hevkariya Ermenistan-Amerîkayê de, tevî rageşiya li Rojhilata Navîn û rewşa li dora Îranê, bi awayekî normal berdewam dikin. Li gorî wî, çarçoveya pêkanîna projeyê berê li hev hatiye kirin, û ji bo qonaxa din îmzekirina peymanek nav-hikûmî tê plankirin.
Wezîr tekez kir ku TRIPP projeyek bi taybetî aborî û veguhastinê ye, armanca wê pêşxistina girêdana herêmî ye. Wî destnîşan kir ku proje ne tenê ji bo Ermenistanê, lê di heman demê de ji bo Azerbaycan, Îran û welatên din jî dikare derfetên nû biafirîne, û li gorî wî, aliyê Îranî ti fikar nîşan nedaye.
Mîrzoyan her wiha piştrast kir ku di çarçoveya projeyê de mekanîzmayên ku rê nadin ti alî bêyî razîbûna Ermenistanê para xwe di projeyê de veguhezîne an bifroşe hatine destnîşan kirinê.







