
Di 2ê Adarê de, Wezîrê Karên Derve yê Komara Ermenistanê Ararat Mîrzoyan bi Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê Seyîd Ebas Araqçî re bi rêya telefonê axivî.
Li gorî daxuyaniyek ji aliyê Wezareta Karên Derve ya Komara Ermenistanê ve hat weşandin, di axaftinê de rewşa Rojhilata Navîn hatiye nîqaşkirin.
Ararat Mîrzoyan sersaxî ji malbatên qurbaniyên li Îranê re xwest, û girîngiya kêmkirina rageşiyê û gihîştina çareseriyek aştiyane tekez kir.
Her wiha di hevdîtinan de li ser mijarên mirovî jî axivîn.







