
Nazêlî Bag’dasaryana zarbêja serekwezîr e’lamdike. Goveka serdanêda P’aþînyanê serekwezîr wê r’astî Donald Tûskê serekwezîrê Lêhistanê bê, pey k’îjanêr’a serekwezîrê Ermenîstanê û Lêhistanê seva wek’îlê MST’ bi e’lametîya wê pêþda bên. Goveka serdana r’esmîda isa jî wê r’astî Karol Navroskîyê sedir û Malgojata Blonskaya sedra sênatê bê. Nîkol P’aþînyanê isa jî qesta înstîtûta lêhaye eleqetê ort’emiletîyê bike, k’îderê wê r’astî wek’îlê merk’ezê lêhaye þirovekirinê bê”,- e’lamnivîsarêda hatîye gotinê. Faktor.am-ê diha zû e’lamkiribû wekî înstîtûta Lêhistanêye eleqetê ort’emiletyîêda N. P’aþînyanê serekwezîrê CE bi dersbêjîya bi t’êma “Ermenîstan û arxîtêktûra e’dlaya t’eze Qafqasîya Ce’nûbêda” wê pêþda bê.







