All NewsTop

Barê deynê giştî yê Ermenistanê li gorî sala 2017an ji sedî 10 kêm bûye: Papoyan

Wezîrê Aboriyê yê Ermenistanê Gêvorg Papoyan ragihand ku barê deynê giştî yê welêt li gorî sala 2017an ji sedî 10 kêm bûye. Li gorî wî, heke di sala 2017an de deynê giştî gihîştibû ji sedî 59ê berhema navxweyî ya giştî, wê hingê di sala 2025an de ew ê bigihîje ji sedî 49.

Wezîr destnîşan kir ku her çend deynê giştî bi awayekî mutleq zêde bûye jî, barê wê yê nisbî ji ber mezinbûna aborî kêm bûye, di encamê de xizmetkirina deynan hêsantir bûye. Li gorî wî, ya girîng ne tevahî mîqdara deynê ye, lê rêjeya wê bi dahata welêt re ye.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button