
Davîd Allên wek Balyozê Amerîka yê demkî li Ermenistanê hat tayînkirin. Balyozxaneya Amerîka li Ermenistanê ev yek ragihand.
Davîd Allên di sala 2024an de wek Cîgirê Balyozê Amerîka li Ermenistanê gihîşt Ermenistanê.
Balyozxaneyê di daxuyaniyekê de got, “Bi teqdîrkirina helwesta germ, mêvanperwer û dostane ya gelê Ermenî, Balyoz Allên li bendê ye ku vî welatê xweşik çêtir nas bike, bi bêtir mirovan re têkilî dayne û beşdarî pêkanîna û pêşvebirina armancên me yên hevpar ên avakirina paşerojek ewletir, aramtir û serfiraztir bibe.”







