All NewsTop

Koma xebatê ya Ermenistan-Amerîkayê civîna xwe ya duyemîn li darbazkirine

Di 22ê Çile de, civîna duyemîn a koma xebatê ya Ermenistan-DYAyê ya li ser bicîhanîna peymanên lûtkeya aştiyê ya ku di 8ê Tebaxa 2025an de li Waşîngtonê pêk hatîe, pêk hat. Wezareta Karên Derve ya Ermenistanê ev yek ragihand.

Cîgirê Wezîrê Karên Derve Vahan Kostanyan û Cîgira Alîkarê Sekreterê Karên Derve ya DYAyê Sonata Koûltêr damezrandina Konseya Aştiyê ya ku ji hêla Serokê DYAyê Donald Tramp ve hatî destpêkirin û tevlîbûna Ermenistanê wekî endamek damezrîner di vê saziyê de pêşwazî kirin.

Aliyan bi kêfxweşî pêşketina hevkariya stratejîk a Ermenistan-DYAyê destnîşan kirin û pejirandina çarçoveya pêkanîna projeya “Rêya Trump ber bi Aştî û Serfiraziya Navneteweyî” (TRIPP) wekî destkeftiyek girîng hesibandin.

Di civînê de mijarên hevkariya aborî, enerjî, teknolojiyên bilind û sektorên din jî hatin nîqaşkirin, gavên pêşerojê hatin destnîşankirinê.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button