
Di dema brifîngekê de, Serokê Meclîsa Neteweyî Alên Sîmonyan li ser bertekên navneteweyî yên li hember pêvajoyên siyasî yên ku di salên dawî de li dora Ermenistanê diqewimin rawestiya û tekez kir ku bi giranî helwesteke erênî li hember wan heye.
Serokê Meclîsa Neteweyî got ku hem li Ewropa û DYA, hem jî li welatên cîran – Tirkiye, Gurcistan, Îran û Azerbaycan – nêzîkatiyeke erênî tê dîtin.
Li gorî Alên Sîmonyan, heta rayedarên Rûsyayê jî tiştên erênî dibêjin, ji ber ku ew ji hêla siyasî ve bêtir agahdar in û rewşê çêtir fam dikin.







