
Cara Yekê emeliyata robotîk li Ermenistanê hate kirinê. Rêktorê Zanîngeha Dewletê ya Bijîşkî ya Yêrêvanê Armên Mûradyan li ser rûpela xwe ya Facebookê li ser vê yekê nivîsandîe.
Li gorî wî, emeliyata robotîk cara yekem li Navenda Bijîşkî ya SlavMed hate bikar anîn, ku li wir emeliyatek robotîk a urolojîk hate kirin.
Mûradyan nivîsand: “Ez kêfxweş û serbilind im ku emeliyata robotîk a yekem urolojîk bû. Emeliyat bi serkeftî hate kirin.”
Mûdaxeleya emeliyatê ji hêla urolog Mhêr Mxîtaryan ve hate kirinê.







