
Nîkol Paşînyan dê beşdarî civîna Konseya Bilind a Aborî ya Avrasyayê li Sant Pêtêrsbûrgê bibe
Serokwezîrê Komara Ermenistanê Nîkol Paşînyan dê ji bo beşdarbûna civîna Konseya Bilind a Aborî ya Avrasyayê wê here St. Pêtêrsbûrgê.
Serokwezîr Nîkol Paşînyan ev yek di dema brifîngek tevî rojnamevanan re piştî civîna Hikûmetê da gotîe.
Serokwezîr got, “Bûyerek navneteweyî heye ku gere ez beşdar bibim. Ew civîna Konseya Bilind a Aborî ya Avrasyayê ye, û gere ez herim,” û destnîşan kir ku beşdarbûna wî demek dirêj berê hatibû plankirinê.
Civîna Konseya Bilind a Aborî ya Avrasyayê ji bo 21ê Kanûnê li St. Petersburg, Rûsyayê hatiye plankirinê.
Civînek nefermî ya serokên welatên CIS jî ji bo 21-22ê Kanûnê li St. Petersburgê hatiye plankirinê.







