All NewsTop

Wezîra Derve ya Romanyayê: Ermenistan ji bo Yekîtiya Ewropayê girîng e

Wezîra Derve ya Romanyayê: Ermenistan ji bo Yekîtiya Ewropayê girîng e

Derfetên fireh hene ku hevkariya bi Ermenistanê re berfireh bikin, bi armanca xurtkirina aramî û zindîtiya welêt.

Wezîra Derve ya Romanyayê Oana-Sîlvîa li ser vê yekê di mîkrobloga xwe ya X de nivîsandîe.

Li gorî wê, di kêliya civîna Konseya Wezîrên Derve ya YE de, wê bi Wezîrê Derve yê Ermenistanê Ararat Mîrzoyan û her weha wezîrên din ên derve yên YE re danûstandinek berfireh a ramanan kirîe.

“Hat tekez kirin ku Ermenistan ji bo Yekîtiya Ewropayê girîng e. Derfetên fireh hene ku hevkariyê berfireh bikin, bi armanca xurtkirina aramî û zindîtiya Ermenistanê. Me piştgirî da hemî hewldanên ku armanc dikin ku aştî û serfiraziya mayînde li Qefqasyaya Başûr ava bikin,” Tsoiu nivîsand.

Wê zêde kir ku di asta dualî de, Romanya dê berdewam bike ku ji bo pêşxistina bêtir têkiliyên bi Ermenistanê re bixebite.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button