All NewsTop

Bikaranîna cîhazên elektronîkî li piraniya dibistanên Yêrêvanê qedexe ye

Bi destpêşxeriya Şaredarê Yêrêvanê, bikaranîna telefonên jîr û cîhazên din ên elektronîkî li 143 ji 151 dibistanên civakî yên Yêrêvanê hatiye qedexekirin.

Li gorî “Armenpress”, Şaredariya Yêrêvanê radigihîne ku qedexekirina wan di rêziknameyên dîsîplînê yên navxweyî yên saziyên perwerdehiyê de cih digire.

“Pêşniyarên bi vî rengî demek dirêj e ku bandora xwe li gelek welatan îspat kirine.

Lêkolînan nîşan dane ku sînordarkirina telefonan di dema dersê de performansa xwendekaran bi navînî %6-14 zêde dike.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button