All NewsTop

Grîgoryan Hajîyêv ra di gotîe: Navê “korîdor” ji bo me nayê qebûlkirin

Grîgoryan Hajîyêv ra di gotîe: Navê “korîdor” ji bo me nayê qebûlkirin

Sekreterê Konseya Ewlehiyê ya Ermenistanê, Armên Grîgoryan, dubare kir ku peyva “korîdor” a ku ji hêla Azerbaycanê ve di derbarê rêya ku di nav axa Ermenistanê re derbas dibe de tê bikar anîn ji bo aliyê Ermenistanê nayê qebûlkirinê. Grîgoryan ev yek di panelek nîqaşê de li ser “Aştiya Mayînde ya Ermenistan-Azerbaycanê: Peymana Waşîngtonê û Pêşerojek Hevbeş” ku di çarçoveya foruma li Dohayê de hate lidarxistin, ku Alîkarê Serokkomarê Azerbaycanê, Hîkmêt Hacîyêv jî beşdar bû, diyar kirîe.

Grîgoryan got, “Di civîna bilind a Waşîngtonê de, rêberên Ermenistan, Azerbaycan û Dewletên Yekbûyî belgeyek îmze kirin ku tê de ev rê wekî TRIPP tê binavkirin. Û em piştrast in ku TRIPP dê ne tenê ji bo herêmê, lê di heman demê de ji bo karsazî û welatên li derveyî herêmê jî derfetên mezin veke.

“Di nîqaşê de, Hîkmêt Hacîyêv, Alîkarê Serokkomarê Azerbaycanê, diyar kir ku peymana ku di 8ê Tebaxê de li Waşîngtonê di navbera Ermenistan û Azerbaycanê de li ser ragihandin û girêdana veguhastinê hatî çêkirin girîng e, û tekez kir ku di vê çarçoveyê de, Azerbaycan peyva “Korîdora Zangêzûr” bikar tîne. Hacîyêv di berdewamiya fikra xwe de tekez kir ku Azerbaycan dizane ku aliyê Ermenistanê nêzîkatiyek cûda li ser vê pirsê heye, û hêvî kir ku tenê pirsgirêka di navbera her du welatan de termînolojî be.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button