
Donald Tramp Nameya Spasdariyê ji Nîkol Paşînyan ra şandîe
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, Donald Tramp, nameyek ji Serokwezîrê Komara Ermenistanê, Nîkol Paşînyan re şandiye.
“Birêz Serokwezîr,
Ez ji bo nameya we ya hevbeş a we û Serok Aliyev ku ez ji bo Xelata Aştiyê ya Nobelê berbijêr kirim spas dikim.
Ez wê pir teqdîr dikim, ku me îlham dide ku em mîsyona xwe ya girîng bidomînin.
Wekî Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, ez ji bo bidawîkirina pevçûnan li çaraliyê cîhanê û misogerkirina aştî û serfiraziyê ji bo hemî mirovan pabend dibim.
Bi hevkariya we ya berdewam, em ê ya ne gengaz bi dest bixin.Di nameyê de tê gotin ku dîsa ji bo piştgiriya we ya berdewam spas dikim.”







