All NewsTop

Civaka Ermenî ji bo aştiyê bi Azerbaycanê re hazir e. Armên Grîgoryan

Civaka Ermenî ji bo aştiyê bi Azerbaycanê re hazir e. Armên Grîgoryan

Civaka Ermenî ji bo aştiyê bi Azerbaycanê re hazir e.Ev yek ji alûê Armên Grîgoryan, Sekreterê Konseya Ewlehiyê ya Ermenistanê ve, wedê panelek xeverdanê da tev Hîkmêt Hacîyêv, Alîkarê Serokkomarê Azerbaycanê re, di wedê “Foruma Dohayê” da hateîe gotin ê.

Grîgoryan gotîe, “Ez dikarim bibêjim wekî cimeta Ermenî hazir e, ew aştiyê dixwazin, ew aliqarî didin qarê aştiyê, sazûmankirina aştiyê. Em di wê alî de bi gelek dixebitin.

“Wedê panela xeverdanê da de li ser pirsa “Aştiya Mayînde ya Ermenistan-Azerbaycanê. Peymana Waşîngtonê û Pêşerojek Hevbeş”, Armên Grîgoryan diyar kir ku, paralel bi biryarên ku ji hêla hikûmetan ve hatine girtin, girîng e ku di navbera civakan de atmosferek baweriyê jî were avakirin.

“Civaka sivîl jî di vê pêvajoyê de beşdar e. Di demên dawî de, nûnerên civaka sivîl ji Bakuyê serdana Erîvanê kirin, û di heman demê de, nûnerên civaka sivîl ji Erîvanê serdana Bakuyê kirin. Sekreterê Konseya Ewlehiyê destnîşan kir, “Em hêvî dikin ku van çalakiyan bidomînin, baweriyê di asta civakan de ava bikin.”

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button