
Bi mîaserkirina t’ivdîrê baþqe-baþqeye Qafqasîya Ce’nûbêda vekirina r’ê-dirbê p’evgirêdanê û h’emcîkirina k’ara t’emamîya t’evbûyê neh’yîê hêsa nîne, lê eva h’esavnave, wekî ew îht’îmal nîne: ferezî eva de’wa xevata ÿp’êce cîdî û let’îf dike. Nav qisa t’ev “Armênprês”-ê fikra heman Alêk’sandr Îskandaryanê serwêrê înstîtûta Qafqasîayê, sîasînas dîharkirîye. Bi xeverdana derheqa mîaserkirina wan t’ivdîra û ferztîya mîaserkirina wanda seva CE-ê sîasînas t’exmînkirîye, wekî mîaserkirina wan t’ivdîrê hindava h’ökömeta CE-da r’öh’darkirinê ment’eqîye û ya fe’mkirinê. “Bi vekirina r’ê-dirba û p’evgirêdana- meremê derge-dîwanê Ermenîstanêye vê gavê heye neh’îyêda h’alê diha meh’kem ewlekin û r’îska kêmkin, k’îjan dikarin ij Adrbêcanê bên. H’erke em derheqa bergehada xeverdin, dêmek ev tiþtê ze’f baþqe-baþqene. Axirsongî, ya diqewime ij xilazîyê dûrtine, eva hila hê destpêbûne. Ya Waþîngt’onêda qolbûyî fermane: ferman, angorî k’îjanê- Ermenîstan û Adrbêcan qebûldikin, wekî p’evgirêdan lazimin”,- Îskandaryan daye k’ivþê. Bi wesifkirina evî xilazîyê, cöda gotî pirsa mîaserkirina t’ivdîra “R’iya T’ramp’”-da pirsgirêkê sîasîyê, têxnîkîyê hene, dora k’îjana Ermenîstan û WY hevr’axeverdana dimeþînin.







