
R’asthatina serk’arê T’DS û welatê YAAM-ye ne r’esmî e’detî Sankt Pêtêrbûrgêda wê biqewime- berî Sala t’eze, Vladîmîr Pûtînê sedrê Ûr’isêtê e’lamkirîye, TASS e’lamdike. Angorî salixê mecalê me’lûmetdayînê- sedrê Ûr’isêitê derheqa vê yekêda Krêmlêda wexta destpêkirina hevr’axeverdanê t’ev Qasim-Jomart Tokaêvê sedrê Qazaxistanê e’lamkirîye. “Em gere r’astî hevdö bên… Sankt Pêtêrbûrgêda- t’ev serk’arê T’DS û YAAM wexta r’asthatina meye berî Sala t’ezeye e’detî”,- Pûtîn gotîye. Em bînne bîr, wekî Tokaêv bi serdana dör’ojêye dîwanî Ûr’isêtêdaye.







