
Bi qirara h’ökömetê qeydemeþê k’ivþkirina pênsîa hatne safîkirinê. Bi qebûlbûna t’ivdîrê pêvajoya k’ivþkirina pênsîa ÿp’êceyî wê lezve, hejmara t’emesûkê hinlava bajar’vanada t’emsîlbûnê wê körtve. Cedvela wan t’eþkîleta wê berfireve, delîva xevata k’îderêda staja xevatêye salê 1992-2014-a her t’enê bi k’itêvoka xevatê wê erêve- bêy kirina edakirina sosîalîyê yan salixne’ma erêkirina stendina aylixê. Cedvelê k’îsî îdarexanê byûcêtîyêye salê 1992-2004-a þöxölvanî mîaserkirî, îdarexanê sag’lemîxweykirinê, îdarexanê medenyet-kûltûrîyê wê berfireve, xevata k’îjana wan sala h’îmlî nehatîye r’awestandinê Qeydê erêkirina staja kesê Qeebag’êlda xevitî wê safîve- bi h’esavhildana wê t’efsîlatê, wekî arxîvê Qerebag’ê h’îmlî nehatine xweykirinê. Qanûnê h’esavkirina staja xevatê, navê p’êþe û qölixê dayîna exterîya pênsîya bi t’aybetî wê bêne safîkirinê.







