
Bêh’esarkirina p’evgirêdanêye têr’adîtî bi Ermenîstanê ij Adrbêcanê berva Naxîcêvanê layîqî t’enqîdkirinê bûye, lê pêþtirî lomelêkirinê, gere isa jî derheqa safîkirinada xeverdin. Derheqa vê yekêda Welî K’alêcîyê sîasînasê îranî R’ewanêd e’lamkirîye. Ewî serda zêdekirîye, wekî r’iya potênsîal sînorê Ermenîstanê û Îranêyî t’omerîva wê derbazve, T’êhranêda bi sê pêþdanîna pêþda hatitne. K’alêcî safîkirîye, wekî Îranêda ç’e’vnihêr’îne, wekî r’iya potênsîal ij sînorê ermenî-îranî dûr gere bê çêkirinê- li þimala merza Syûnîk’ê. “Pêþtirî wê, Îranêda ç’e’vnihêr’îne, wekî r’ê p’evgirêdana r’ê wê net’er’ibîne, k’îjan t’ev Ermenîstanê heye- gere navr’aderbazkirina barê îranî þerpezeneke. Seva wê yekê sê p’ira dikarin bêne çêkirinê: yekê- seva ewlekirina p’evgirêdanê t’ev Qersê, ya döda- seva xeta h’esinî, p’ira sisya- gaazbira û nevtbira, lê isa jî seva xetê ÿlêktordayînê û kabêla. Nêzîkbûna heman dikare h’eyecanibûnê Îranê milahîmke”,- ê xebîr binxetkirîye. Ewî serda zêdekir, wekî Îranêda jî ç’e’vnihêr’îne, wekî her t’enê heqzorîya ermenî wê belayî ser p’evgirêdanê t’opraxa Ermenîstanêdave.







