
N. P’aþînyanê serekwezîrê CE wexta r’ûniþtina h’ökömetê h’alnivîsara cîyê xevatêye t’eze t’emsîlkir. “Bi h’alê îlona sala 2025-a cara pêþin bi t’arîxî r’eqema cîyê xevatêye Ermenîstanêda qeydbûyî û cîyê xevatêye bi aylixê ewlebûyî sînorê 800 h’ezarî derbaztirbûye. Bi t’arîxî t’ö wexta r’eqema meye heman t’inebûye: bi h’alê îlonê ew 805.687 bûye. Ez göhdarîya me vedxûnme ser wê delîlê, wekî himberî meha pare îlonê cîyê xevatêye qeydbûyî bi 37.140-î yan bi 4.8%-a zêdene, lê himberî îlona sala 2018-a- bi 222.912-a yan bi 38%-a. Dêmek- em dikarin qeydkin, wekî ij sala 2018-a virdatir Ermenîstanêda 222 h’ezar cîyê xevatê zêdetire bi aylixê ewlebûyî hatine e’frandinê”,- serekwezîr da k’ivþê.







