
Îlham E’lîêv wexta r’asthatina t’ev Qasim-Jomart Tokaêvê sedrê Qazaxistanê e’lamkirîye. Bi gilîyê sedrê Adrbêcanê- mesela derbazkirina heman cîgöhastina genimê qazaxîye berva Ermenîstanê bûye. “Îro navbera Adrbêcanê û Ermenîstanêda sirîya e’dlayêye t’eze destpêbûye. Û ij p’evçûnê e’skerîyêye xilazîyê serî-binî dö sala þönda pêþqolkirina hevr’aqayîlne’ma e’dlayê þe’detîyê dide, wekî herdö welata jî dereca h’emdê sîasîyêyî ÿp’êce bilind dîharkirîye”,- E’lîêv gotîye. E’lîêv dilqê Donald T’ramp’ê sedrê WAY nav þöxölê serr’astkirina eleqetaye navbera Ermenîstanê û Adrbêcanêda bilind qîmetkirîye. Sedrê Qzaxistanê jî me’na hevr’aqayîlne’mê Waþîngt’onêye navbera Ermenîstanê û Adrbêcanêdaye t’arîxî binxetkirîye. Tokaêv binxetkirîye, wekî hevr’aqayîlne’mê navbera herdö dewletada p’eydabûyî neh’îyê û ij sînorê wê derda mecalê hevk’arîyêye t’eze vedikin.







