
Axbaranêda mala Axbaranêye medenyetêda kêra e’ydîye bi navê “Ban- Ermenîstan” qewimîye, k’îjan p’êþk’êþî r’oja miletê kêmjimar bûyîbû. Pêþdestî bin sîya h’ökömeta CE-da mîyaserbûye- bi pêþdestîya fîlharmonîyayê. Wek’îlê ÿlê Ermenîstanêye mexîna, cihûya, yûnanîya, ÿzdîya, almana, ûr’isa, bêlar’ûsa, ûkraînîya, görca, k’örda û lêha t’ev berne’ma e’ydî bûne. Kêrê dö p’arê h’îmlî wergirtine- medenyet û aspêjxane. P’ara berne’mêye e’wilda- sera mala Axbaranêye medenyetêda, berne’ma konsêrtê qewimîye, wexta k’îjanê k’omê ÿlê baþqe-baþqeye k’ilama û r’eqasê bi k’ilam, r’eqas û bi qedandinê sazbendîyêye miletîyê pêþda hatine- bi e’k’skirina mîrat’a cime’tê Ermenîstanêda jîyîynêye p’ir’cûr’eye medenyetî. Pey berne’ma medenyetîr’a t’eþhîrkirina aspêjxanê miletîyê hatîye: goþê te’mkirinêye mexsûs xemilandîda wek’îlê ÿla xörekê e’detî ber hazira girtîye- bi t’emsîlkirina qinyata û cûr’ê hazirkirina wan. “Meremê t’ivdîra “Ban- Ermenîstan” ewe, wekî r’ik’inkirina miletê kêmjimare medenyetîû sifetê Ermenîstanêyî p’ir’cûr’eyî medenyetî binxetkin.







