
Ij 1-ê meha sala 2026-aye k’anûna paþin çapa k’êþbêk’a bona pênsîonêra û ardimîxweza têr’adîtî wê bilindve- dewsa 12%-ê vê gavê wê bive 20%. Evê mecalê bide çapa pênsîa û ardimîya bi h’esavê ort’e 3000-5000 drama bilindkin. Derheqa vê yekêda wexta seh’eta h’ökömetê, Arsên T’orosyanê wezîrê Ermenîstanêyî pirsê xevatê û sosîalîyê e’lamkirîye. Ewî e’lamkirîye, wekî bi h’esavê ort’e delîva hebûna 12% k’êþbêk’êda zêdebûn dike weke 4000 dram. Ê qölixçî safîkirîye, wekî göhastinê îznê bidin pênsîa û ardimîya bilindkin- wexta kirina k’ir’îna ne neg’d. Ê wezîr serda zêdekirîye, wekî derge-dîwan seva bilindkirina pênsîa aletê înovasîon r’ik’indikin. “Niha berne’ma k’êþbêk’ê e’meldike, k’îjan îznê dide pênsîonêra û ardimîxweza çapa pênsîya û ardimîya xwe bilindkin, lê isa jî miqabilî “sîyê” þer’k’arîyê bikin. Ew mecalê xercaye t’amkirinê gênêrêîzasîa dike, k’îjan dîsa li edkirina pênsîa û ardimîyava tê hinartinê”, T’orosyan binxetkirîye.







