
Îran û Ermenîstan cînarin û hilbet, h’erke pirsgirêkê Ermenîstanêye bêqezîabûnê hevin, Îran dikare k’efîlê bêqezîabûnêye berç’e’v bide, çimkî h’al dike isa jî ser Îranê. Derheqa vê yekêda Ÿhsan Movahêdyanê xebîrê ort’emiletîyêyî Îranêyî e’lamkrîye- govekê h’emcivata “Arsax, miqabilîhevbûna safînebûyî, heqê paþdaveger’andinê”-da. “Em bawerin, wekî WAY seva ne kö xweykirina bêqezîabûna Ermenîstanê, lê bêmeh’kemkirina neh’yîê, ziyanê bigihîne Ûr’isêtê, Îranê, lê isa jî Çînstanê WAY dicêr’bîne binelîyê Ermenîstanê r’ake miqabilî hevdö”,- ê xebîr daye k’ivþê. Ewî binxetkir, wekî pirsa Syûnîk’ê seva Îranê xeta sore û Îran hazire k’efîlê bêqezîabûnê r’adestî Ermenîstanêke. Bi gilîyê wî, h’erke WAY bicêr’bîne “gavê t’amkirinê” bike- Îranê dengvede.







