
Cebare’lî Zak’arîyê dewsgirtîyê wezîrê Îranêyî transportê, serk’arê xetê Îranêye h’esinî û hevalk’arê wîyî Ermenîstanê (Alêk’sêy Mêlnîkovê serwêrê xetê Qafqasîya Ce’nûbêye h’esinîyî îcrakirinê) pirsê berfirekirina hevk’arîya warê transporta xeta h’esinîda e’ne’nekirîye, qölixdarîya “T’êhran t’aymzê” e’lamdike. R’asthatin Sankt Pêtêrbûrgêda qewimîye. Hevr’axeverdana pirsê e’frandina transporta xeta h’esinîye meh’kem, qirarkirina qewata barcîgöhastina, aktîvkirina barcîgöhastina û navbera Îîranê û Ûr’isêtêva bi Ermenîstanê safîkirina p’evgirêdana xeta h’estinî wergirtine- bi wî þertî, wekî h’öcetê sîasîyêye navbera Ermenîstanê û Adrbêcanêda safîvin. Alî hevr’a qayîlbûne r’asthatina dinê zûtirekê T’êhranêda derbazkin.







