
Nav pirsqisê, k’îjan daye hevaltîya dûrdîtinoka “Al Arabîa”-ê, Î. E’lîêvê sedrê Adrbêcanê e’lamkirîye, wekî qewmandina 8-ê meha t’ebaxê Mala sipîda bûyî, bi delîlî, xilazîya miqabilîhevbûna t’ev Ermenîstanê û derk’etina ij r’iya girtî pêþk’ivþdike. Bi gilîyê wî- fermana Waþîngt’onêda qolbûyî seva Ermenîstanê k’efîla bêqezîabûnê û pêþdaçûyîna meh’keme. “Ferztîya t’emesûka Waþîngt’onêda qolbûyî ewe, wekî herdö alî jî t’omerîbûna t’oparaxa hevdö nasdikin. Û emê hevsûbûnê xweye pêþer’ojê ser h’îmê vî e’sasê heqê ort’emiletîyêyî h’îmlî têr’a bivînin. Û careke din- eva hevr’aqayîlne’ma ne kö navbera min û N. P’aþînyan, lê dö dewletadaye. Isa wekî, h’erke Ermenîstan qedrê t’omerîbûna t’opraxa me negre, emê bi e’ynî cûr’eyî nêzîkî t’omerîbûna t’oparaxa wanvin”,- E’lîêv gotîye. Pêr’a, ewî wek’ilandîye, wekî Destûra CE-da hila hê þert heye, k’îjanê t’omerîbûna t’opraxa Adrbêcanê dike bin þikê, û þertne’me wê delîvêda wê qolve, çaxê ew asteng bêt’erefve. Bi xeverdana derheqa ”R’iya T’ramp’”-da, E’lîêv daye k’ivþê- ewê bive xeleqa transportîyêye p’evgirêdana r’eþaya û seva Îranê qezîyayê t’emsîlnake. Ewî bawerî e’lamkirîye, wekî niha, çaxê ewê r’ê navê T’ramp’ stendîye, ewê pêþer’oja nêzîkda her’e sêrî.







