
Nîkol P’aþînyan r’ûniþtina h’ökömetêda e’lamkirîye, wekî h’erke berê ermenî diçûne xevata dereke, dêmek îro ij welatê dereke bi h’ezara bajar’van seva xevatê têne li Ermenîstanê. “Hilbet, hene meriv, ê kö ij Ermenîstanê diçne xevata dereke. Lê, çawa dikarin bi ç’e’vê bêsîleh’ t’exmînkin, h’îmlî têne Ermenîstanê li xevata derekeçûyînê, yanî- idî “têne Ermenîstanê li xopanê”,- ewî gotîye. P’aþînyan daye k’ivþê, wekî h’erke ij welatê dereke bi h’ezara meriv têne Ermenîstanê li xevatê, h’esavdive, wekî sûka Ermenîstanêye xevatêda lazmayî heye. “Mehê gölan û h’ezîranê Ermenîstanêda r’êkorda cîyê xevatêye qeydbûyîye bêh’ed hatîye qeydkirinê: eva sirîya xweda h’esavdive r’êkorda xercê k’arêyî bêh’ed”,- ewî gotîye.







