
Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan di peyama xwe da gotîe ku lûtkeya ku li Qesra Spî pêk hat xaleke werçerxê ye.
Di axaftina xwe de, wî bi bîr xist ku li Waşîngtonê çi belge hatine îmzekirin ê.
Nîkol Paşînyan got, “Di navbera Ermenistan û Azerbaycanê de peyman hatiye danîn, di navbera Ermenistan û Azerbaycanê de aştî hatiye danîn. Piştî 8ê Tebaxê, em li Qefqasyaya Başûr a bi temamî cuda, di Komara Ermenistanê ya nû de dijîn. Aştî ji bo me rastiyek nenas û jiyaneke biyanî ye, bila em vê rastiyê kêm nebînin. Gere em ji sifirê fêr bibin ka jiyana bi aştî tê çi wateyê, aştî çawa ye.”
Bi gotina Nîkol Paşînyan, gere aştî rihê şehîdên me jî ronî bike.
“Ermenistan piştî 30 salan ji dorpêçê tê derxistin ê.







