
Donald T’ramp’ê sedrê WAY 8-ê meha t’ebaxê Mala sipîda wexta qebûlkirina serk’arê Ermenîstanê û Adrbêcanê wê bicêr’bîne ort’eçîtîya morkirina hevr’aqayîmlne’ma e’dlayêye navbera herdö welatada bike. Bi t’ehwîlkirina “Armênprês”-ê derheqha vê yekêda “Di Waþîngt’on p’ost” e’lamdike, ç’e’vkanîyê k’îjanê diha zû r’asthatin erêkiribû. Qölixçîkî Mala sipîye derecebilind, navê k’îjanî nayê k’iþkirinê, e’lamkirîye, wekî wexta r’asthatina Mala sipîda, nêzîkî aqilaye, derheqa hevr’aqayîlne’ma e’dlayêye navbera Ermenîstanê û Adrbêcanêda bê e’lamkirinê. Meha sala 2024-aye çirîya pêþin berî bijartinê sedirtîyê Donald T’ramp’ K’amala harîsa lecvana xwe t’enqîdkiribû- bi k’ivþkirina, wekî ewê “tiþte nekirîye, çaxê 120.000 ermenîyê xaçp’arêz bi cûr’ê sawk’êþîyê dihatine zêrandinê û dihatine r’aqetandinê”.
Ewî dabû k’ivþê, wekî “bi t’erefê r’awestandina zordestîyê û parzûnkirinê ÿt’nîk wê bixevte” û e’dlayê navbera Ermenîstanê û Adrbêcanêla wê bide dasekinandinê. Diha zû ij fermandarîya serekwezîrê CE e’lamkiribûn, wekî Waþîngt’onêda N. P’aþînyanê serekwezîr r’asthatina döalî t’ev D. T’ramp’ê sedrê WAY wê derbazke- bi meremê hevk’arîya Ermenîstan-WAY-ye de’wmeþandinê, lê isa jî r’asthatina sêalî- t’ev D. T’ramp’ê sedrê WAY û Îlham E’lîêvê sedrê Adrbêcanê- neh’îyêda e’dlayî, h’alxweþîyê û pêþdabirina hevk’arîya malhebûnîyêva hinartî.







