
Di 3ê Tebaxa 2014an de, “Dewleta Îslamî” dest bi qirkirina Êzîdiyan kir, ku dubarekirina Qirkirina Ermeniyan a 1915an e, bi ferqa sedsalekê.
Sefîrê Fransayê Olivier Decotigny di X de li ser vê yekê nivîsand û got: “Heman zincîra komkujiyan, tecawizkirin, guhertinên bi zorê. Bila di dawiyê de ew aştiyê bibînin.”







