
Di navbera Serokwezîrê Ermenistanê Nikol Paşînyan û Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkyan de axaftinek bi telefonê pêk hat. Li gorî Armenpressê, sekretera çapemeniyê ya Serokwezîrê Ermenistanê Nazeli Baghdasaryan li ser rûpela xwe ya Facebookê li ser vê yekê nivîsand.
Baghdasaryan nivîsand: “Serokwezîr ji ber qurbaniyên bûyerên meha borî sersaxî ji Serokkomarê Îranê re xwest. Mijarên têkildarî rojeva dualî, herêmî û navneteweyî hatin nîqaşkirin. Serokwezîr Paşînyan Serok Pezeşkyan ji bo serdanek fermî vexwend Ermenistanê.”







