
H’öceta dîwannasîêye dora Êkatêrînbûrgêda mirina dö adrbêcanîava girêdayî gîhandîye h’öceta navbera herdö welatadaye dödaye cime’tî. Derheqa vê yekêda VVS dinivîse. Döþemê Bek’ûêda nivîsarxana qölixdarîya ûr’isîye “Spûtnîk”-e salixdayînêda, bi wek’ilandina xwe dö qölixdarê Xizmetk’arîya bêeqzîabûnêye t’ifaqîyê girtine. Kovarê adrbêcanîye nêzîkî h’ökömetê sekinî loma li h’ökömeta Ûr’isêtê û gendî Vladîmîr Pûtînê sedir dikin. Moskva e’lamdike, wekî dengvedana li e’melê xevatçîyê meqamatê Ûr’isêtêye heqp’arêzîyê heq nîne. Lê dengvedana Bek’kûêye h’iþk encama cîlipatê diha mezine dinîasîasîêda qewimîye. Serîbinî çend sala pêþda tragêdîayê wî qeydeyî t’esîra heman ser eleqetê herdö welata nedihiþtin. Delîvê hemane Êkatêrînbûrgêda qewimî, k’îjanada adrbêcanî wergirtîbûne, berê jî Ûr’bisêtêda bûne, lê wana dengvedana heman pêþda neanîye. Sala 2021-ê merza Novosîbîrskêda bi t’ivingê Wek’îl Abdûlaêvê 19-salî hate köþtinê. Diwek’ilandin, wekî polîs, ê kö r’êva ew dabû sekinandinê, wexta girtinê niþkêva göle berî serê wî dabû. Meh’kemê ê polîs e’fûkiribû, û ew paþda veger’yabû ser xevata xwe. Wî çaxî wek’îlê ÿlê û endamê þêwirxana Adrbêcanê îmt’îhançî t’esmîlî t’enqîdkirinê kirin, lê pirs negihîþte dereca herebilind. Hevtya derbazbûyî dengvedana r’esmî nebû, çaxê meh’kema Sankt Pêtêrbûrgê k’omeke cahila meh’kûmkir, ê kö xwe navdikirin “mafîa adrbêcanî”. R’astîyê ew k’omeke t’rêþst’rîmêrê xortbûn, ê kö davîtne ser r’êwîyê r’astgele û þikldikirin. Çaxê sala 2023-a komîtêa îmt’îhankirinê þöxölê wan destpêkir, r’êberê k’omê r’evî Adrbêcanê, lê bi hîvîkirinêa Moskvaê hate dert’esmîlkirinê.







