
Dest tûjbûna h’al R’ohlata Nêzîkda ij Îranê, Israîlê û I’raqê 100 bajar’vanê Ûr’isêtê zêdetir hatine cîgöhastinê. Bajar’vanê Ûr’isêtê t’erka Îranê daye, nav wê hejmarê- bi nöxta Ermenîstanêye Agarakêye derbazbûnê. Derheqa wê yekêda nav qisê Marîa Zaxarova wek’îla wezareta Ûr’isêtêkye K’D-e r’esmî e’lamkirîye. Wek’îla serwêrtîya Ûr’isêtêye sîasîya dereke r’azîbûn e’lamî derge-dîwanê Îranê, Israîlê, Adrbêcanê, Ermenîstanê, Misirê, Ordonê, I’raqê û T’ûrk’mênstanê kirîye- seva alîk’arîya dayî. Ewê li bajar’vapnê Ûr’isêtê, ê kö R’ohlata Nêzîkdanin, kirîye bangî bidûmînin fesaltîya lap zêde e’yankin û miqatî kêrê bêqezîabûna þexsîvin.







