All NewsTop

Nîkol Paşînyan û Reêcêp Êrdogan wê 20ê Hezîranê li Stenbolê bicivin

Fahrettin Altun, Serokê Beşa Têkiliyên Giştî ya Rêveberiya Serokkomariya Tirkiyeyê, ragihand ku Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan dê di 20ê Hezîranê de bi serdaneke xebatê here Stenbolê.

“Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan dê di 20ê Hezîrana 2025an de serdana welatê me bike. Serokkomarê me Rêcêp Tayyîp Êrdogan dê li Stenbolê pêşwaziya Birêz Paşînyan bike,” wî li ser X nivîsandî e.

Roja Sêşemê, Serokê Parlamentoya Ermenistanê Alên Sîmonyan ji rojnamevanan re got ku Paşînyan dê di 20ê Hezîranê de biçe Tirkiyeyê. Sîmonyan li ser rojeva serdanê hûrgilî neda, lê piştrast kir ku balê dê li ser tevahiya têkiliyên dualî be.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button