
Çînstanê destbi derxistina bajar’vanê xweye ij Israîlê û Îranê kirîye û li welata, k’îjan pênceke derba digihînne hevdö, kirîye bangî agir r’awestînin. Bi t’ehwîlkirina “Armênprês”-ê- derheqa vê yekêda qölixdarîya “R’oyt’êrz”-ê e’lamdike. Wezareta Çînstanêye K’D e’lamkirîye, wekî sefaret û baylozxane k’omekê t’eglîfî wan dikin, ê kö pey tûjbûna h’alr’a dixwezin dûrk’evin. Angorî zarbêjê wezareta Çînistanêye K’D- Pêkîn t’ev Îranê, Israîlê û alîyê baþqe-baþqe nav p’evgirêdanêye- seva gihîþtina li agirbestê. Sefareta Çînstanêye Îranêda kirîye bangî ij welêt dûrk’evin. R’esaleta sîasîyê dide k’ivþê, wekî qezîya heye, wekî isa jî sînorê Îranêyî r’eþayê wê bê dadanê. Nav e’þiratîyê Ermenîstan, T’irkîa û T’ûrk’mênstan hatine h’esavkirinê- çawa r’ê-dirbê dûrk’etina ij Îranê. Mezîlê çawa Îranê, isa jî Israîlêye hewê dadayî dimînin.







