All NewsTop

Nîkol Paşînyan beşdarî nîqaşa bi sernavê “Ermenistan di Cîhaneke Guhertîêda

Serokwezîr Nîkol Paşînyan beşdarî konferansa ewlehiyê ya navneteweyî ya bi prestîj “GLOBSEC 2025” bû ku li Pragê pêk hat û di nîqaşa bi sernavê “Ermenistan di Cîhanek Guherbar de” de axivî. Servîsa çapemeniyê ya Hikûmetê ev yek gotîe.

Serokwezîr Paşînyan di axaftina xwe de nêzîkatî û vîzyona Hikûmeta Ermenistanê ya derbarê pêşketinên herêmî, pirsgirêkên ewlehiyê û derfetên ji bo avakirina aştiyê de pêşkêş kirîe.

Serokwezîr, bi taybetî, li ser pêvajoya aştiyê ya di navbera Ermenistan û Azerbaycanê de rawestiya û pabendbûna Hikûmeta Ermenistanê ji bo pêkanîna çareseriyeke aştiyane û mayînde ji nû ve piştrast kir. Wî destnîşan kir ku metna peymana aştiyê ya di navbera her du welatan de li hev hatiye kirin û niha pêşîniya wê temamkirina pêvajoya îmzekirin û bicîhanîna wê ye da ku aştiyeke domdar li herêmê pêk were.

Serokwezîr Paşînyan li ser girîngiya aramiya herêmî û aştiyê axivî û tekez kir ku gavên ji bo avakirina aştiyê divê li ser bingeha baweriya dualî û diyalogê bin. Wî piştrast kir ku Ermenistan amade ye ku di vî warî de xebata domdar bidomîne, ku dê bibe garantiyek girîng a ewlehî û aştiya mayînde li herêmê.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku Nîkol Paşînyan projeya “Xaçerêya Aştiyê” ya ku ji hêla Ermenistanê ve hatiye destpêkirin, pêşkêş kir ku armanc dike ku têkiliyên herêmî yên ragihandinê û aborî bê vekirin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button