
Îran t’erefdara bêh’esarkirina p’evgirêdanê Qafqasîa Ce’nûbêdaye, lê ferzdike, wekî ew e’seyî bin qolê serbestîya CE-ve. Bi t’ehwîlkirina “Armênprês”-ê- derheqa vê yekêda Mehdî Sobhanîyê sefîreynê CÎÎ-yî Ermenîstanêda nav qisa t’ev r’ojne’mevana got. “Em alî e’dlayê dikin. Me alî hevr’axeverdanê e’dlayêye navbera Ermenîstanê û Adrbêcanêda kirîye û emê alî bikin. Em difikirin, wekî qolkirina hevr’aqayîlne’ma e’dlayê ij k’ara herdö welata, isa jî neh’îyê diher’ike. Û em hazirin k’omeka xwe bînne li þöxölê qölkirina hevr’aqayîlne’mê”,- ê sefîre got. Ewî anî bîr- Îranê t’ivdîra “Dör’yana e’dlayê”-ye serekwezîrê Ermenîstanêye t’eglîfkirî silavkirîye. “Eva dikare neh’îyêda bive seveva bêh’esarkirinê. Em miqabilî bêh’esarkirinê nînin, hûn semt’girîya me zanin. Lê her bêh’esarkirinek gere bin qolê serbestîya CE-ve. Û ez difikirim, wekî ew t’ivdîrê k’omekê bide neh’îyêda cîgöhastina eþîya”,- ewî got.







