
Tîgran Barsêghyan, navendparêzê tîma neteweyî ya futbolê ya Ermenistanê û Slovan, wekî baştirîn lîstikvanê sezona borî ya şampiyoniya Slovakyayê hat hilbijartin.
Li gorî “Armenpress”, Barsêghyan xelata baştirîn golkarê sezonê jî wergirt û ew bi hevalê xwe yê tîmê Davîd Strêlêtz re parve kir.
Tîgran Barsêghyan ji bo Slovan beşdarî 30 maçên şampiyoniya Slovakyayê bû û 20 gol avêt.
Tîgran Barseghyan bo cara 4emîn bû şampiyonê Slovakyayê.







