
Ji welatên Başûrê Qefqasyayê, rewşa herî dijwar di warê sîstema dadwerî de li Azerbaycanê ye.
Di civîna salane ya Yekîtiya Dadwerên Ewropî de li Yêrêvanê, Seroka Navenda Hiqûqa Navneteweyî û Berawirdî Siranûş Sahakyan hejmarên li ser bingeha raporên Wezareta Derve ya Dewletên Yekbûyî û biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropî pêşkêş kirîe.
Li gorî parêzer, pêvajoya reformkirina sîstema dadweriyê li Ermenistanê bê stratejiyek berdewam dike, û Konseya Dadweriyê ya Bilind wekî saziyek serbixwe nayê dîtin. Rewş li Azerbaycanê xirabtir e, ku rayedar dadgehan wekî amûrek zextê bikar tînin. Biryar li ser bingeha “îtîrafên” ji desxistinê têne dayîn, û medyayê û muxalefet rastî zilmê tên. Li welêt herî kêm 250 girtiyên siyasî hene.
Li gorî daneyên fermî, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê li ser binpêkirinên mafên mirovan li dijî Ermenistanê 27, li dijî Azerbaycanê 93 û li dijî Gurcistanê jî 15 biryar daye.
Di derbarê bicîhanîna biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê de, Ermenistanê ji 214 biryaran 140, anku ji sedî 65, bicîh aniye. Gurcistanê ji 194 biryaran 118, anku ji sedî 61, bicîh aniye. Azerbaycanê ji 535 biryaran tenê 192 an jî ji sedî 36 cîbicî kiriye. Bi gotineke din, Azerbaycan li vir jî pabendbûnên xwe yên navneteweyî rêz nagire.







