
Alîkarê Serokê Meclisa Neteweyî, Nûnerê Taybet ê Ermenîstanê yê ji bo asayîkirina têkiliyên bi Tirkiyeyê re Rûbên Rûbînyan di axaftina xwe ya li gel rojnamevanan de ragihand ku Serokwezîrê Ermenîstanê amade ye bi Azerbaycanê re peymana aştiyê îmze bike.
Rûbînyan bi bîr xist ku li ser metna belgeyê li hev hatiye kirin û wiha got: “Em amade ne ku di demeke herî nêz de îmze bikin, ango serokwezîr amade ye îmze bike û me pêşniyar kiriye ku Azerbeycan li ser cih û dema îmzekirinê dest bi şêwirmendiyê bike.”
Rûbînyan der barê hevdîtina li ser asta wezîrên derve yên Antalyayê de jî diyar kir ku tiştekî nû nehatiye ragihandin. Alîyan helwestên xwe pêşkêş kirin.
Li ser pirsa çi bû sedema daxwaza Bakûyê ya paşxistina pêvajoyê, Rûbînyan got ku “hewceyî şîroveyê nîne, her kes dizane ku Azerbaycan ne welatê herî avaker e, yên mayî di qada Azerbaycanê de ne.”







