
Nîkol P’aþînyanê serekwezîr Magdalêna Gronoya wek’îlê YA-yî mexsûsî bi pirsê borane Qafqasîya Ce’nûbê û Görcistanê qebûlkirîye. Qiseçîya fikir dora h’alê neh’îya Qafqasîya Ce’nûbêda, cöda gotî, pêvadjoya e’dlaya Ermenîsîtan-Adrbêcan p’evgöhastine. Ij herdö alîya hevr’aqayîlkirina t’ivdîra hevr’aqayîlne’ma “Derheqa erêkirina e’dlayê û eleqetê navbera dewletadaye navbera Ermenîstanê û Adrbêcanêda” hatîye ferzkirinê. Bi vî h’esavî, P’aþînyanê serekwezîr aminaya H’ökömeta CE-ye li r’ojeva e’dlayê binxetkirîye. Magdalêna Gronoyê qolkirina hevr’aqayîlne’mê ferzkirîye û bawerî e’lamkirîye, wekî ewê k’omekê bide neh’îêda ewlekirina e’dlayî û meh’kemîya we’dedirêj.







