EconomicsTop

Ermenîstanêda hejmara serê h’eywanê gir û hûre bi strû h’esavkirî kêmbûye

         Cimhöryetêda bi h’alê serê salê- 1-ê meha sala 2025-ye k’anûna paþin 475 h’ezar 835 h’eywanê gire bi strû hatine h’esavkirinê, k’îjan bi h’alê e’ynî we’dê par bi 3.2%-a kêmbûye.                                              Bi e’lamkirina “Armênprês”-ê- derheqa vê yekêda r’eqemnîþê komîtêa h’alnivîsarêye belakirî þe’detîyê didin.                                 Bi h’alê 1-ê meha kanûna paþin hejmara serê dêware h’esavkirî 201 h’ezar 281 bûye, k’îjanê himberî e’ynî maweya par bi 4.7%-a kêmbûye.

         Isa jî hejmara serê h’eywanê bi strûye hûr kêmbûye. Bi h’alê 1-ê meha k’anûna hejmara serê pêz 668 h’ezar 368 bûye- bi kêmbûna bi 3.2%-a. Hejmara serê biznê h’esavkirî bi h’alê 1-ê meha k’anûna paþin 17 h’ezar 382 bûye- bi kêmbûna bi 0.8%-a.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button