
Serokomarê Almanyayê Frank-Walter Steinmeier gihîşt Ermenistanê. Di çarçoveya serdaneke herêmî de ji 30ê Adarê heta 2ê Nîsanê dê li Ermenîstan û Azerbeycanê be. Ev yek berê ji aliyê rêveberiya serokatiya Almanya ve hatibû ragihandin.
Hat destnîşankirin ku ev yekem serdana serokekî federal e bo du welatan.
Biryar e Steinmeier li Êrîvanê bi Serokomarê Ermenîstanê Vahagn Khaçaturyan û Serokwezîr Nîkol Paşînyan re bicive. Her wiha dê serdana Navenda TUMOyê jî bike û beşdarî resepsiyona çandî bibe.
Steinmeier di roja duyemîn a serdana xwe ya Ermenîstanê de dê biçe Dilîjanê û li wir bi jinên karsazên Ermenî re hevdîtin pêk bîne û li ser bernameya geşepêdana bajarî agahdar bibe. Di bernameyê de her wiha serdana Sevan, dêra Ermeniyan û îstasyona pîvana hîdrometeorolojiyê jî heye.







