PoliticsTop

Em t’ev fermandarîya T’ramp’ nav p’evgirêdanêdanin: Ararat Mîrzoyan

         Wekî em serwextvin, k’a seva erêkirina e’dlayê Qafqasîya Ce’nûbêda çi îht’îmale bikin. Derheqa vê yekêda Ararat Mîrzoyanê serk’arê wezareta CE-ye K’D nav pirsqisê gotîye, k’îjan daye kovara “Korrêrîo Brazîlîênsê”.                             

         Bi dayîna cava pisrê, k’a R’ewan ij hevk’arîya t’ev  fermandarîya T’oramp’ ç’e’vnihêr’î çîye û ew çawa dikare bike ser r’ojeva e’dlayê neh’îyêda, serk’arê WK’D anîye bîr, wekî çend meha pêþda Ermenîstanê t’ev WAY t’emesûkeke ze’f ferz qolkirîye- qanûnne’ma hevk’alk’arîya Dew’meþandinê. “Ew dereca eleqetê meye t’ev WAY  bilinddike. Em bi hevk’arîya t’ev fermandarîya Amêrîkaêye t’eze pêþda diçin.  T’ev hevalk’arê meye ij Amêrîkayê idî çend r’asthatin û hevsûbûnê me hebûne. Em balk’êþîya nisbetî ewlekirina e’dlayêye Qafqasîya Ce’nûbêda divînin. T’ramp’ê sedir û t’îma wî derheqa e’dlayê dinîaêda xeverdaye. H’etanî em mot’acê e’dlayêne, ew ya r’öh’darkirinêye”,- ewî gotîye.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button