
Pirsgirêkên kûr ên Tirkiyê yên derbarê Ermeniyan de, di sedsala borî de, çawa ku di sedsalên berî wê de neguherîbûn. Dekanê Fakulteya Rojhilatnasiyê ya Zanîngeha Yêrêvanê ya Dewletê, Tirkolog Rûbên Mêlkonyan, di hevpeyvîna xwe ya bi NEWS.amê ya li ser bernameya “Faktora Desthilatdariyê” de wiha got.
Wî bi bîr xist ku dewleta Tirk di sala 1926’an de bi awayekî fermî organîzatorên Qirkirina Ermeniyan pîroz kir û biryareke wiha di asta fermî de hat dayîn.
Pispor destnîşan kir ku Partiya Komarî ya Gel a Tirkiyeyê ku hevrikê sereke yê Serokomarê niha Êrdogan e, ji aliyê xeleka duyemîn a Ciwanên Tirk ve hatiye avakirin. “Tirkên Ciwan heta sala 1950 li Tirkiyê desthilatdar bûn”. Sê serokên pêşî yên Tirkiyê endamên partiya tirkên ciwan bûn. Melkonyan got, “Yek xwendekarê Talat, yê din yê Enver û yê sêyemîn jî hevalê Cemal bû.” Di vî warî de Tirkolog di mitîngên Kemalîstan de hebûna wêneyên organîzatorên Qirkirina Ermeniyan (Talaat, Enver, Cemal) mentiqî dît.
Di nirxandina wî de, li Rojhilata Navîn qet aştî pêk nayê û pêvajoyeke ku dê bi ji nû ve xêzkirina sînor û herêmên bandorê bi dawî bibe, niha tê meşandin. Melkonyan destnîşan kir ku di salên dawî de teqez bandora Tirkiyeyê li herêmê zêde bûye û ev yek di şerê 44 rojî yê li Qerebaxê de dest pê kir û Tirkiye hem ji aliyê leşkerî û hem jî ji aliyê dîplomatîk ve tevlî bû.
“Vê yekê hişt ku bi awayekî fizîkî û siyasî derbasî Başûrê Kafkasyayê bibe. Li Sûriyeyê, Tirkiyeyê êrîşeke hovane pêk anî û di nava 1-2 hefteyan de rejîma Esad hilweşand, ev jî hişt ku bandora xwe li herêmê zêdetir bike.” “Herweha Tirkiyê berê hebûna xwe ya li Lîbyayê misoger kiribû û rola xwe ya li Deryaya Spî xurtir kiribû.”
Turkolog destnîşan kir ku tevî zêdebûna nakokiyên di navbera Tirkiye û Israîlê de di asta axaftinê de, reftarên Enqerê bawerî bi cîhana îslamê re çênake, ji ber ku peymanên bi dewleta cihû re di meriyetê de ne. Ruben Melkonyan wiha dawî li axavtina xwe anî: “Ji ber vê çendê zehmet e ku meriv pêşbîniya şerekî di navbera Tirkiye û Îsraîlê de bike, di heman demê de rola hevsengiyê ya DY jî li ber çavan bigire.”







