
K’atvê NATO-êyî serekeyî berê destanîna dora hevr’aqayîlne’ma e’dlayêye navbera R’ewanê û Bek’ûyêda silavkirîye û difikire, wekî N. P’aþînyanê serekwezîrê Ermenîstanê xörtîya mezin dîharkirîye- bi qayîlbûna wê t’emesûkêr’a.
Bi e’lamkirina “Armênprês”-ê- Andêrs Fog R’asmûsên derheqa vê yekêda wexta qisa çapgerîyêye Îcêvanêda qewimî gotîye.
Ewî da k’ivþê, wekî ew sedrê t’eþkîleta “R’asmûsên Global”-êye, k’îjan alî Ermenîsîtanê dike p’evgirêdanê xweye ort’emiletîyê berfireke û t’eþkîlke.
“Ez îro Îcêvanêda r’astî wek’îlê r’esaleta YA-ye nihêr’vanîyêye Ermenîsîtanêda hatime, lê sivê ezê isa jî r’astî N. P’aþînyanê serekwezîr bêm”,- R’asmûsên e’lamkir.
“Ermenîstan nihala dêmokratîyêye, k’îjan dicêr’bîne þertê ze’f çetinda þînve. A lema ez dixwezim, wekî YA alîk’arîya xweye li dêmokratîya Ermenîstanê qewînke”,- R’asmûsên da k’ivþê.
Ewî isa jî alîk’arî e’lamî berne’ma h’ökömeta CE-ye “Dör’yana e’dlayê”-ye pêþdestîkirî kir.
Ewî fikir e’lamkir, wekî h’alê ewlekirina p’evgirêdana Ermenîstanêye t’ev T’irkîayê û Ermenîstanêda neh’î wê bigihîje gölvedanê.







