All NewsTop

Fermandarekî kurd ê Sûriyê Tirkiyê bi komkujiya Elewî û Xiristiyanan tawanbar dike

Fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk li navçeyên kurdnişîn li Sûriyê Mazlûm Kobanî ragihand ku komkujiya li dijî sivîlan li Sûriyê ji aliyê komên çekdar ên bi sponseriya Tirkiyê ve tê kirin.

Li gorî malpera Demokrathaber a Tirkiyê, Mazlûm Kobanî komkujiyên sivîlan şermezar kir û bang li rayedarên Sûriyê kir ku rê li wan komkujiyan bigirin.

Wî îdia kir ku komkujiya sivîlan ji aliyê komên çekdar ên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tên piştgirîkirin, pêk tê.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button